Ciwan Haco – Giriyanim Bese

Eklenme Tarihi: 12.12.2024

Em ji xew rabûn welatim

Ez bi qurbanim bese

Tev de rabûn rojhilatim

Sebir û samanim bese

Omrê min çû tev di vê rê

Roj û sev nal û girî

Das û çakuç wa me hildan

Qîr û giriyanim bese

Ev dema serbestiye

Bindestî îdî çû nema

Şad u dilxwes u bilind bim

Heps û zîndanim bese

Em hemî dost û bira bin

Da bibî bax u bihist

Min ji nêv baxê cîhanê

Bax û bistanim bese

Söz: CEGERXWIN